Pesn û spasî her ji bo Xwedê Teʿala re bin. Em pesnê Wî didin, alîkarî û lêborîna gunehên xwe jê dixwazin. Em ji ber neqenciyên nefsa xwe û ji ber kar û kiryarên xwe yên nebaş xwe davêjine ber penaha Xwedê Teʿala. Xwedayê Mezin kê rasterê bike êdî tu rêşaşker jê re nîn in û kê jî ji rêya heq derîne îcar jê re tu rêber (serwextkarê rêya heq) nîn in. Ez şehdeyîyê didim ku ji Ellah Teʿala pê ve tu xweda nîn in; Ew bi tenê ye, bê hemkûf e. Dîsa ez şehdeyîyê didim ku birastî Muhemmed (silava Xweda li ser be) bendeyê Xweda û qasidê Wî ye.
Bendeyên Xweda! Ez li we qewêtî dikim ku hûn teqwadar bin, ji Xwedayê xwe re ita’etkar bin û ez bi gotina herî baş dest bi xeberdana xwe dikim.
Gelî mirovan! Guhê xwe baş bidin min! Ez nizanim, dibe ku piştî vê salê careke din, li vê derê em hev nebînin?
Çavkanî: Çandname