Li Belçîkayê li ser banga sendîkayên FGTB û CSC’yê xwepêşandana neteweyî hat lidarxistin. Li gorî daneyên polîsan 30 hezar, li gorî FGTB’yê jî 50 hezar kes beşdarî çalakiyê bûn. FGTB’ê hişyarî da ku ew ê di meha Mijdarê de dest bi greva giştî bikin.
Li Belçîkayê xwenşandana ku li dijî siyaseta civakî û aborî ya hikûmetê hatibû organîzekirin, roja Înê 9’ê Cotmehê li Brukselê hat lidar xistin. Di meşê de ku sendîkayên FGTB û CSC’yê jî beşdar bûn, hat ragihandin ku heke daxwazên wan neyên qebûlkirin, di hefteya dawî ya meha Mijdarê de ew ê dest bi greva giştî bikin.
Di dema xwenşandanê de di navbera bi sedan ciwanên rûpêçandî û polîsan de pevçûn derketin. Polîsan li ser avêtina keviran û fîşekên hewayî, bi gaz û ava şid destwerdan kir.
Ji ber xwenşandanê li Bruksel û Valonyayê di veguhastina hevpar, komkirina çopê û xizmetên posteyê de astengî çêbûn. Dihat payîn ku li Balafirgeha Brukselê nêzîkî 140 seferên balafiran bêne betalkirin.
Nûnerên sendîkaya CSC’yê, li dijî siyaseta hikûmetê ya ku dikare bandorê li karker û kesên alîkariya civakî digirin bike, pêşnyara budçeyeke alternatîf a 21 milyar euroyî pêşkêş kir.
Li Liège’yê di çalakiyên xwendekarên ku dixwestin mercên perwerdeyê baş bibin de 76 kes hatin binçavkirin. Sendîkayan, bal kişandin ser polên qerebalix, mercên xerab ên dibistanan û xercên perwerdeyê yên ku zêde dibin û bang li hikûmetê kirin ku çareseriyê peyda bike.
Çavkanî: ANF Kurmancî