17 Ekim 2026, Cumartesi
Nûçe

ROJEVA 17.10.2026

-Di nav krîza darayî û rêze-derengketina bêdawî ya mûçeyan de, jina esnaf Rêzan Qadir li Silêmaniyê biryar da ku li benda alîkariya kesî nebe û bi xwe debara jiyana xwe bike.

-Di sedsala 17’an de, di nav kolanên aram û çiyayên bilind ên Başûrê Kurdistanê de, jinek hate dinê ku piştre kevneşopiya sedsalan a civaka mêrsalarî derbas kir. Asênat Barzanî, zanyar, helbestvan û alimeke Kurd bû ku bi bandor û zanista xwe ya kûr, ronahî daye navendên rewşenbîrî yên Amêdî û Mûsilê.

-Nedîtina Hosta Ziryan li pêşiya gihiştina armancên wî nebûye asteng belkû bûye sedema nîşandana kêrhatî û jêhatîbûna wî û li ser vê dibêje; “Ez bi xwe karê xwe dikim û dilê min bi karê min xweşe, pê serbilindim. Daxwaz ji ciwanan dikim li mala xwe nerûnin derkevin karek ji bo xwe bikin.”

Çavkanî: Rojnews Kurmancî

Şîroveyek Binivîse