17 Ekim 2026, Cumartesi
Nûçe

Gezer: Desthilat tehliyeyan wekî tawîzeke siyasî dibîne

Rezan Gezer diyar kir ku divê bersiva herî şênber a Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk li girtîgehan bê dîtin û destnîşan kir ku desthilat tehliyeyan wekî tawîzeke siyasî dinirxîne. Gezer got, “Ji bo ku pêvajo ji demê re neyê hiştin, divê gav bên avêtin.”

Bi hezaran girtiyên siyasî yên li girtîgehan bi derxistina qanûna çarçoveyê re li benda berdanê ne, ji ber ku desthilatdarî gavên şênber navêje û demê dirêj dike nîqaşên li ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan zêdetir kirin.

Ji ber biryarên derqanûnî yên Desteyên Îdarî û Çavdêriyê di serî de tehliyeya girtiyên nexweş tehliyeya girtiyên siyasî tê astengkirin û pêkanînên rêveberiyên girtîgehan ên ji bo desteserkirina mafên bidestxistî yên girtiyan berdewam dikin.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse