Kakeyiyên parêzgeha Helebceyê daxwaza çalakkirina parlamentoyê û avakirina hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin û gotin: “Em bang li partiyan dikin ku yekîtî û yekrêziya nav mala Kurd bihêz bikin, da ku ev destkeftiyên ku niha hene tune nebin.”
Nêzîkî du salin hilbijartina Parlamentoya Herêma Kurdistanê hatiye lidarxistin, lê heta niha ne parlamento hatiye çalakkirin û ne jî kabîneya nû ya hikûmetê hatiye avakirin. Sedema sereke ya vê rewşê jî berjewendiyên partiyan yên di navbera YNK û PDK’ê de ne ku vê rewşê jî derî li ber bi dehan metirsiyên li ser gelê Başûrê Kurdistanê vekiriye.
Li gorî nêrîn û dengên raya giştî ya ku dikare vê rewşê rast bike, yekrêziya navxweyî ye ku xwe di avakirina hikûmetê û yekdengiya li hemberî hewldanên tunekirina gelê Kurd de dibîne. Di vê çarçoveyê de, bawermendên Kakeyî yên li parêzgeha Helebceyê ji Rojnewsê axivîn.
Çavkanî: Rojnews Kurmancî