Me li wan çiyayan perwerdeyên herî baş dît, em jiyana komînal û hevrêtiya herî baş fêr bûn. Em ê niha van li cem gelê xwe, civaka xwe û hemû însanên welatê xwe parve bikin. Em ê bi hev re bikevin cîhaneke komînal û vê yekê ava bikin.
Entegrasyon, ji bo dabînkirina aşitî û lihevkirinê nûnertiya pêvajoyeke derbasbûnê dike. Em jî dizanin ku ev ax, kevir, dar, kulîlk aîdî me ne, ev der welatê me ye û li ser bedewtirkirina welatê xwe bixebitin.
Weke şervanên azadiyê em ê ji bo zarok, dayîk, xweza, hilberîn û hemû qadên jiyanê yên vî welatî di asta pêşengtiyê de xebatan bi rê ve bibin. Çimkî heya niha me ji bo vî welatî bi çekê parastina rûmeta xwe, îradeya xwe, hebûna xwe û nasnameya xwe kir. Niha jî ji ava wê bigirin heya aboriya wê ji ekolojiya wê bigirin heya hewayê wê em ê her tiştî biparêzin û mezin bikin.
Çavkanî: ANF Kurmancî