17 Ekim 2026, Cumartesi
Nûçe

4 ciwanên DEM Partiyî hatin binçavkirin

Di serdegirtinên malan ên li Artûklû de 4 endamên Meclîsa Ciwanan a Mêrdînê ya DEM Partiyê hatin binçavkirin.

Duh bi şev li Taxa Minsuriyê ya navçeya Artûklû ya Mêrdînê bi ser malan de hate girtin û Mahsum Çalhan, Serhat Akpinar, Abdulkadîr Elmas û Bîlal Elmas hatin binçavkirin.

Hate zanîn ku endamên Meclîsa Ciwanan a Mêrdînê ya DEM Partiyê ji ber daliqandina pankartê hatine binçavkirin.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse