17 Ekim 2026, Cumartesi
Nûçe

Rêber Apo: Paşeroja Rojhilata Navîn di avakirina civaka demokratîk de ye

Rêber Apo got, “Paşeroja Rojhilata Navîn ne di şerên nû û peywendiyên nû yên desthilatdariyê de ye, di avakirina civaka demokratîk de ye. Rizgarî di yekitiya azad a gelan de û xurtkirina siyaseta demokratîk de ye.”

Rêber Apo ji Konferansa Konfederalîzma Demokratîk a li bajarê Torino yê Îtalyayê re peyam şand.

Ez we ji Îmraliyê, bi hestên piştevaniya navneteweyî û azadiyê slav dikim. Hêvî dikim ku konferansa we bibe alîkar ji bo avakirina yekitiya wekhev, azadiya gelan û aştiya mayînde ya li Rojhilata Navîn.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse