Rêber Apo got: “Paşeroja Rojhilata Navîn ne di şerên nû û peywendiyên nû yên desthilatdariyê de ye, di avakirina civaka demokratîk de ye. Rizgarî di yekitiya azad a gelan de û xurtkirina siyaseta demokratîk de ye.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Konferansa Konfederalîzma Demokratîk a li bajarê Torino yê Îtalyayê re peyam şand.
Ez we ji Îmraliyê, bi hestên piştevaniya navneteweyî û azadiyê slav dikim. Hêvî dikim ku konferansa we bibe alîkar ji bo avakirina yekitiya wekhev, azadiya gelan û aştiya mayînde ya li Rojhilata Navîn.
Çavkanî: Rojnews Kurmancî