Meclisên Malbatên Şehîdan ên li bajarên Qamişlo, Dêrik, Tirbespiyê, Amûdê, Çilaxa, Hesekê, Dirbesiyê û Girkê Legê êrîşa li dijî Pakrewangeha Şêxmeqsûdê şermezar kir.
Destdirêjiya li Pakrewangeha Şêxmeqsûd hatiye kirin, ji aliyê Meclisên Malbatên Şehîdan ve hate şermezarkirin.
Li bajarê Qamişloyê daxuyanî li pêşiya avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan hate xwendin. Daxuyanî bi zimanê kurdî ji aliyê endama Meclisê Rozan Sarîk û bi zimanê erebî ji aliyê endamê Meclisê Ehmed Hemo ve hate xwendin.
Çavkanî: ANF Kurmancî