Diyarname
Di Lîga Super de maçên hefteya 8’em tene lîstin. Îro li Amedê, Amedspor Konyasporê dike mêvan.
Di lîgê de ev hefte bi maça Çorum û Rizeyê dest pê kir. Çorumê li mala xwe Rize bi 2-1 têk bir. Îro nava rojê jî Erzurumê li mala xwe Eyupspor bi 2-0 têk bir.
Van deqîqeyan maça Amedspor û Konyasporê tê lîstin. Piştî GS û BJK’ê Amedspor bi 14 pûanan di rêza 3’yem de, Konya bi 5 pûanan di rêza 16’em de dest bi hefteyê kir.
Amedsporê di 3 hefteyên dawî de Başakşehîr bi 5-0, Beşiktaş bi 3-2 têk bir û ligel Gençlerbirligi jî 2-2 ma.
Konyayê di sê hefteyên dawî de gol nexwarine. Li mala xwe TS bi 1-0 têk bir, ligel Kasimpaşa û Başakşehîrê jî 0-0 ma.
Çavkanî: Diyarname