Li Stenbol, Enqere û Îzmîrê ji bo balê bikşînin ser rewşa girtiyên nexweş Celal Yildirim, Burhan Adsiz û Neytullah Bayram çalakî hatin lidarxistin.
Li Stenbol, Enqere û Îzmîrê ji bo girtiyên nexweş çalakî hatin lidarxistin.
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, çalakiya “Rûniştina F” a 760’î, li ber avahiya komeleyê ya li Beyoglû ya Stenbolê li dar xist. Di çalakiya vê hefteyê de li ser rewşa girtiyê nexweş Celal Yildirim ê di Girtîgeha Hejmar 2 a Tîpa T a Rihayê de hat sekinandin. Di çalakiyê de pankarta “Bila girtiyê nexweş Celal Yildirim bê berdan” hat vekirin û dirûşmeyên “Bila girtiyên nexweş bên berdan”, “Dermankirin maf e nayê astengkirin” û “Tecrîd dikuje, hevgirtin jiyan e” hatin berzkirin.
Çavkanî: ANF Kurmancî