Ji bo Baran Qamişlo ku hate ragihandin ku di 11’ê Cotmeha 2021’an de li Avaşînê di êrîşa çekên kîmyewî ya artêşa Tirk de şehîd bûye, li bajarê Dortmund ê Elmanyayê taziye hat danîn.
Li bajarê Dortmund ê Elmanyayê, ji bo Baran Qamişlo ku hate ragihandin di 11’ê Cotmeha 2021’an de li tunelên berxwedanê ya Werxelê ya Avaşînê şehîd bûye, çalakiya sersaxiyê hate lidarxistin.
Taziye li Komaleya Çanda Kurd a Dortmundê, ji aliyê malbata Baran Qamişlo û Meclîsa Gel a Kurd ve hate organîzekirin. Bi sedan Kurdistanî tevlî bûn.
Çavkanî: ANF Kurmancî