Li Amsterdamê bi daxwaza naskirina mafê hêviyê yê Rêber Apo, mîsogerkirina azadiya fîzîkî û di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de di nava şert û mercên azad de rol bigire ser xwe çalakî hat lidarxistin.
Li pêşiya Îstasyona Trêna Navendî (Centraal Station) ya li paytexta Hollanda Amsterdamê, bi daxwaza naskirina mafê hêviyê yê Rêber Apo, azadiya fîzîkî û pêkanîna şert û mercên xebata azad çalakî hat lidarxistin.
Di çalakiyê de belavokên bi zimanên Îngilîzî û Hollandî hatin belavkirin û der barê rewşa Rêber Apo, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de agahî hatin dayîn.
Çavkanî: ANF Kurmancî