Domdariya krîza darayî û bilindbûna bihayê li bazarê, welatiyên Herêma Kurdistanê xistiye nava zehmetî mezin. Li aliyê din daketina nirxê dînarê û aloziyên li herêmê barê xizanan girantir kiriye. Di heman demê de di navbera herêm û deverên din ên Iraqê de di buhayên sotemenî û pêdiviyên bingehîn de cudahiyeke berbiçav heye; ev yek bêparkirina rayedaran ji bo welatiyan nîşan dide. Niha li pêşiya welatiyên Herêmê zivistaneke dijwar û krîzên aborî yên kûr hene.
Krîza aborî û darayî bandoreke mezin li welatiyên herêma Kurdistanê kiriye. Li Herêma Kurdistanê buhayê pêdawîstiyan ji Iraqê gelek girantire. Li bajarên Iraqê bermîlek petrola spî 35 hezare, lê li herêmê nêzîkî 300 hezare. Lîtreyek benzîn li Iraqê 450 dînare, lê li herêmê zêdetirî 1200 dînare, ev yek ji bo pêdawîstiyên din jî bi heman rengî ye. Lewma bandora vê krîzê li ser herêmê girantire.
Eşkere ye ku şer û aloziyên Amerîka û Îsraîlê yên bi Îranê re zirarê dane şahdemara bazirganiya cîhanê ku Tengava Hormuzê ye. Ev tengav ne tenê rêyeke sade ya geştyariyê ye. Lê belê tengav nefes, wergirtin û şandina hemû pêdiviyên jiyanê ye ku welatên cîhanê û herêmê bi tevgera bazirganiyê ya vê tengavê ve girêdayî ne.
Çavkanî: Rojnews Kurmancî