17 Ekim 2026, Cumartesi
Nûçe

HRW: Redkirina tevlîbûna YPJ’ê ji bo artêşê beşdariya jinan sînordar dike

Rêxistina Human Rights Watch (HRW) destnîşan kir ku qebûlnekirina tevlêbûna YPJ‘ê di artêşa Sûriyeyê de ya ji aliyê hikumeta veguhêz de nîşaneya sînordarkirina beşdariya jinan di saziyên giştî de ye.

Rêxistina Human Rights Watch (HRW) têkildarî rewşa jinan li Sûriyeyê raporek amade kir.

Rêxistinê  destnîşan kir ku hikumeta veguhêz di Tebaxa borî de destûr neda Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ku wekî statu tev li artêşê bibe. HRW‘ê ev yek wekî sînordarkirina beşdariya jinan di saziyên leşkerî û ewlekarî de nirxand.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse