17 Ekim 2026, Cumartesi
Nûçe

Di êrîşa li ser Xezayê de 4 kes hatin qetilkirin

Di êrişên Îsraîlê yên li ser herêmên cuda ên Xezayê de 4 kes jiyana xwe ji dest dan û yek ji zarok gelek kes birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyên xwecih, di êrişên hewayî û guelbarana hêzên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 4 kes hatin kuştin û hejmarek kes birîndar bûn.

Wezareta Hundir a Xezayê ragihand ku berpirsekî Polîsên Deryayî yên Parêzgeha Refehê bi navê Ebdulcewad Hatim Cûda (37) di êrişa Îsraîlê ya li ser nuqteya polîsan a li herêma Newasî ya rojavayê bajêr de hat kuştin û hin kes birîndar bûn.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse