Berdevkê Festîvala Berhemên Xwemalî ya Berwarî Bala diyar kir ku nêzîkî 400 hezar kesî serdana festîvala wan kiriye û got: “137 ton berhemên xwemalî yên çandinî ku dike 243 mîlyon dînar hatiye firotin û derfetên kar jî ji bo 1500 kesî hatiye avakirin.”
Di saetên êvarî de li bi daxuyaniyeke ya çapemeniyê Berdevkê Festîvala Berhemên Xwemalî ya Berwarî Bala Fehmî Balayî encamên dawî bi raya giştî re parve kir.
Fehmî Balayî destnîşan kir ku di festîvalê de nêzîkî 1 milyar dînar berhem û kelûpelên xwemalî hatine firotin û got: “Bi rêya festîvalê derfeta kar ji bo 1500 kesî hatine peydakirin û nêzîkî 400 hezar kes serdana festîvalê kiriye.”
Çavkanî: Rojnews Kurmancî