Qamişlo
Li bajarê Qamişlo bi merasîmek “Însiyatîfa Destûrîkirin û Fermîkirina Zimanê Kurdî li Sûriyeyê” hat ragihandin. Armanca însiyatîfê ew ku ji bo mafê perwerdeya bi zimanê kurdî di destûra Sûriyeyê de were mîsogerkirin bixebite.
Di merasima ragihandina însiyatîfê de gelek mamoste, xwendekar, rûspiyên eşîran, endamên KNK‘ê, rewşenbîr, hiqûqnas, rojnameger, hunermend û kesayetên eleqe nîşanî zimanê kurdî didin û Gerînendeya Herêma Qamişloyê Cîhan Hessam amade bû.
Ji xwendekarên Qamişloyê Silava Elî bi kurdî, Besna Umer bi erebî û Memo Dîbo jî bi îngilîzî daxuyaniya însiyatîfê xwendin
Çavkanî: Diyarname