Berdevka TJK-E’yê Ayten Kaplan diyar kir ku Jineolojî di eşkerekirina rastiya dîrokî ya jinan de roleke girîng dilîze û wiha got, “Di avakirina civaka demokratîk de divê jin îradeya xwe xurt bikin û mêr û civakê veguherîne.”
Berdevka Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) ku tevlî Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê ku bi dirûşma “Bi Jineolojiyê ber bi avakirina jiyana azad a komunal ve” li bajarê Haelen ê Hollandayê hate lidarxistin bû, rola Jineolojiyê ya di têkoşîna azadiya jinan de, xebatên 10 salên dawî û perspektîfên ku divê di serdema nû de pêş bikeve, ji ANF’ê re nirxand.
Ayten Kaplan diyar kir ku Jineolojî xwedî roleke girîng di eşkerekirina dîroka jinan de ye û anî ser ziman ku ji nû ve yekbûna jinan a bi kok, nasname û dîroka xwe, yek ji hêmanên bingehîn ên têkoşîna azadiyê ye.
Çavkanî: ANF Kurmancî