Nobeta Azadiyê ya ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li Strasboûrgê tê lidarxistin di hefteya 745’an de berdewam dike. Çalakvanên kunobet dewr girtin destnîşan kirin ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê azadiya Rêber Apo bê misogerkirin.
Nobeta Azadiyê ya ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di 25’ê Hezîrana 2012’an de li bajarê Strasboûrg ê Fransayê hatibû destpêkirin, di hefteya 745’an de dewam dike. Berxwedêrên çalakiya nobetê ya ku li Cenevre ya Swîsreyê li pêşiya Neteweyên Yekbûyî (NY) tê domandin û ketiye hefteya 297’an Ahmet Dîkîlîtaş, Rêzan Kapar û M. Emîn Akkalp nobeta li Strasboûrgê dewr girtin.
Li ser navê koma Cenevreyê ya li ber Konseya Ewropa û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya Strasboûrgê nobet dewr girt, Rêzan Kapar axivî û bi boneya salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê daxuyanî da.
Çavkanî: ANF Kurmancî