Parlamenterê berê yê Iraqê Bextiyar Şaweys diyar kir ku pêkneanîna hikûmetê ne sedemeke stratejîke, belkû înkareke siyasî ye û ev got: “Pêwîste li ser asta siyasî û civakî berpirsyarî bê hildan. Ji bo wê pêkanîna hikûmet û serketina pêvajoya demokrasî û aktîfkirina parlamentoyê pêwîstiyeke mezin a vê qonaxê ye.”
Nêzî du sal li ser hilbijartina dema 6’emîn a Parlamentoya Herêma Kurdistanê re derbas dibe, lê belê heta niha parlamento nehatiye aktîvkirin û hikûmet nehatiye avakirin. Ev yek bandoreke neyînî li ser hemû sektoran kiriye. Di derbarê vê yekê de Parlamenterê berê yê Iraqê Dr. Bextiyar Şaways ji ajansa me Rojnewsê re axivî.
Bextiyar Şaways têkildarî sedemê neavakirina Hikûmeta Herêmê ev got: “Neavakirina hikûmetê sedemeke stratejîk nîne, lê înkara siyasî ye. Ji ber ku li ser dayîna hikûmetê û li ser awayê dabeşkirina desthilatdariyê û birêvebirina li herêman nirxandinên cuda hene. Di navbera bajaran de wekhevî pêk nehatiye. Ev yek nîşan dide ku di biryardanê de hinekî yekperestî heye. Yanî di navbera PDK û YNK’ê de hevpariyeke rasteqîn nîxwne. Ji ber vê yekê ti carî hevsengiya hêzê li Kurdistanê pêk nehatiye.”
Çavkanî: Rojnews Kurmancî