9 Ekim 2026, Cuma
Nûçe

Li Stenbolê komplo hate protestokirin: Azadiya Birêz Ocalan nayê paşxistin!

Li Stenbolê polîsan hewl dan çalakiya şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê asteng bikin. DKP û DEM Partî gotin: “Ji bo ku pêvajo mayînde bibe misogerkirina şertên azadiyê yên ji bo Birêz Ocalan nayê paşxistin.”

Platforma Saziyên Demokratîk ên Stenbolê salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Apo ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de pêkhatibû, li qada Saraçhaneyê ya li navçeya Fatihê ya Stenbolê daxuyanî da. Dorpêça polîsa mohra xwe li daxuyaniya li Stenbolê xist.

Di daxuyaniyê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo, Bê Serok jiyan nabe, Jin jiyan azadî azad bike rêbertî, Rojava û Rojhilatê Kurdistan yek welat e” hate berzkirin.  Di daxuyaniyê de dowîzên “Komplo xwîn û hêsir e, komplo erîşek li der vîna jinan e, komplo vîna gelê Kurd tunehesabkirin e, komplo esareta gelan e, komplo kûrbûna şêrê cihanê yê sêyemin e ‘ û Pankarta “Li hemberê komployê azadiya Serok Apo” hate rakirin û weneyê Rêber Apo hate vekirin.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Leave a Comment