Helîkoptereke leşkerî ya Erebistana Siûdî li herêma Necranê kete xwarê, di encamê de 2 efser mirin.
Koalîsyona Ereb a bi serkêşiya Erebistana Siûdî ragihand ku helîkoptereke keşfê ya bi tîpa AH-6i ya Wezareta Muxafizên Neteweyî li herêma Necranê ya Erebistana Siûdî ji ber pirsgirêkeke teknîkî ketiye xwarê.
Berdevkê Koalîsyona Ereb Tumgeneral Turki el-Maliki li ser mijarê daxuyanî da û ragihand ku 2 efserên di helîkopterê de jiyana xwe ji dest dan.
Çavkanî: ANF Kurmancî