18 Ekim 2026, Pazar
Nûçe

Li dijî asîmîlasyonê ciwan li dora Arînê dicivin

Komeleya Xwendekaran a Arîn li Stenbolê hate vekirin. Endamên komeleyê Merve Sûltan Daş û Abdulmelîk Çelîk Arîn weke qadeke “bêhnvedanê” ya xwendekarên zanîngehê pênase kirin.

Komeleya Xwendekaran a Arîn li taxa Îskender Paşa ya li navçeya Fatîh a Stenbolê bi pêşengiya xwendekarên zanîngehê vebû. Hîn di saetên destpêkê de gelek xwendekar û ciwanan berê xwe dan komeleyê.

Di merasîma vekirinê de ku bi kincên gelêrî, dirûşm, çepik û govendê destpê kir, endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Feleknaz Karabaş axivî. Karabaş got, “Cihê rûmetê ye ku hûn ciwan xwedî li çand û zimanê xwe derdikevin. Eger hûn ciwan nebîn, em ê kêm bimînin. Ziman, çand û huner hebûna gelekî ye. Em xwedî li hebûna xwe derkevin.”

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse