Li Fransayê protestoyên ku 17’ê Cotmehê li dijî buhabûna tiştan destpê kirin, li gelek bajaran bi pevçûnên tund bi dawî bûn. Li Parîsê kolan veguherîn qada şer. Tenê li Parîsê 855 kes hatin binçavkirin.
Li Fransayê bi daxwaza zêdebûna bacan, parastina siberoja ciwanan û xizmetên civakî roja 17’ê Cotmehê protesto destpê kirin. Li gelek bajarên welêt bûyerên tund qewimîn.
Di serî de Parîs, li Marsîlya, Lyon, Bordeaux, Nantes û Niceyê hin kargeh hatin wêrankirin. Şewata li Avahiya Şaredariya Limoges derket, bû sedema zirarê.
Çavkanî: ANF Kurmancî