18 Ekim 2026, Pazar
Nûçe

Bi mîlyonan mirov li DYE’yê bi dirûşma ‘Ji Qralan re Na’ daketin kolanan

Bi mîlyonan welatî li seranserê DYE’yê ji bo ku beriya hilbijartina navîn ên 3’yê Mijdarê gel teşwîqî dengdana zû bikin, daketin kolanan. Çalakî bi dirûşma “Ji Qralan re Na: Zû Deng Bidin” hatin organîzekirin.

Çalakiyên ku roja Şemiyê li gelek bajêrên mezin ên wekî Los Angeles, New York, Chicago, Washington, Miami û Houstonê yên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) dest pê kirin, yekser li hemû welat belav bûn. Dirûşma “No Kings” ku salên dawî li dijî Serok Donald Trump dihate berzkirin, vê carê bi bangawaziya dengdana zû ya ji bo hilbijartinên 3’yê Mijdarê derket pêş.

Ev hilbijartin pir girîng in. Ji ber îhtîmal heye ku Komarparêz li Civata Nûneran û heta hêza xwe ya li Senatoyê jî ji winda bikin. Ji aliyê din ve, serkeftina namzetên baskê çepgiran di hilbijartinên pêşîn ên Partiya Demokrat de, hêvî û bendewariyên ji bo pêvajoya hilbijartinê hîn zêdetir kirine.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse