Di Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê de ji bo xurtkirina rêxistinbûnê, afirandina modelên perwerdeyê yên ji bo azadiya jinê, belavkirina feraseta malbata demokratîk, parastina bîra jinê û civakîkirina jiyana ekolojîk pêşniyar hatin kirin.
Di Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê de ku karên Jineolojiyê yên zêdeyî 10 salan ên li Ewropayê hate nirxandin, nexşerêya dema nû û rola li avakirina civakî hate nîqaşkirin, encamên 7 atolyeyan hate parvekirni û biryar li ser pêşniyaran hate dayin.
Di rûniştina dawî de encamên atolyeyê û pêşniyarên li ser dema nû hate nirxandin. Di rûniştinê de ku endama Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Besîme Konca moderatorî jê re kir, li ser pêşvebirina kar û civakîkirinê pêşniyar hatin kirin.
Çavkanî: ANF Kurmancî