19 Ekim 2026, Pazartesi
Nûçe

Kongra Star texrîbkirina pekrewangeha Şêxmeqsûd şermezar kir

Koordînasyona Kongra Star a Amûdê bi daxuyaniyekê texrîbkirina pekrewangeha Şêxmeqsûd a Helebê şermezar kir. Kongra Star diyar kir ku divê pekrewangeha şehîdan werin parastin û daxwaz kir ku hesab ji kesên ku pekrewangeh texrîbkirine bê xwestin.

Kongra Star a bajarê Amûdê, bi beşdariya nûnerên ji şaredariyê û meclîsa gel a bajêr û şêniyan, têkildarî texrîbkirina Pekrewangeha Şehîdan a li taxa Şêxmeqsûd a li bajarê Helebê li pêşiya navenda xwe ya li bajêr daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji hêla Endama Kongra Star Bêrîvan Elî ve hat xwendin.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse