Di encamnameya Konferansa Jineolojiyê ya Ewropayê de ji bo berfirehkirina karên Jineolojiyê li qadên xwecihî, xurtkirina pêşengiya jin ên ciwan û zêdekirina tecrûbeyên jiyana komînal bang hate kirin.
Encamnameya Konferansa Jineolojiyê ya li Ewropayê ku di navbera 15-18’ê Cotmeha 2026’an de li bajarê Haelen ê Hollandayê hate lidarxistin, hate eşkerekirin. Encamname bi vî rengî ye:
“Em ji erdnîgariyên zimanan û bîranînên jinan ên cuda hatin cem hev. Me ji bo bîranîna çîrokên xwe yên ku hatin jibîrkirin, ji bo avakirina pireyan di navbera jiyanên me yên ji hev qutkirî de û ji bo ku em rêya azadiyê bi hev re bînin, li hev civiyan. Em di ronahiya Jineolojiyê de, îradeya xwe ya ji nû ve pênasekirina hebûna jinê bi rastiya wê ya dîrokî û civakî û mezin kirina zanîna jiyana azad dubare dikin.
Çavkanî: ANF Kurmancî