18 Ekim 2026, Pazar
Nûçe

Îran sînorên bajarê Merîwanê topbaran kirin

Hêzên dewleta Îranê bi dronên xwekuj û bi topên hewanan sînorên bajarê Merîwan ê Rojhilatê Kurdistanê topbaran kirin.

Hat ragihandin ku êrîş li ser deşta Mêlî ya ser bi gundê Gewêle ya li devera Serşîv a Merîwanê pêk hatiye.

Hat gotin ku êrîş bi taybetî danê siharê saet di 06:30’an de bi du dronên xwekuj dest pê kiriye û piştre rûberekî berfireh ê herêmê, 40 kêliyan bi hewanan hatiye topbaran kirin.

Çavkanî: ANF Kurmancî

Şîroveyek Binivîse