ENQERE – 12 dayikên xwendekarên Herbiyeyê yên hatin ber meclîsê ji aliyê polîsan ve lêdan xwarin û hatin binçavkirin.
Dayikên xwendekarên herbiyeyê yên ku piştî hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê cezayê muebetê girtin û dayikên ku zarokên wan windayine xwestin li ber deriyê meclîsê daxuyaniyê bidin. Li ber meclîsê Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlioglu û Parlamenterê Saadet Partisî yê Stenbolê Cihangir Îslam jî piştgirî dan dayikan. 12 dayikên xwendekarên Herbiyeyê yên hatin ber meclîsê ji aliyê polîsan ve lêdan xwarin û hatin binçavkirin.