ŞIRNEX – Derbarê hin xizmên ku 34 kesên di Komkujiya Roboskiyê de jiyana xwe ji dest dabûn de, bi tawanbariya “endamtiya rêxistinê” doz hat vekirin. Doz ji ber pankartên ku di 4’emîn salvegera komkujiyê de hatibûn vekirin de hat vekirin û wê danişîna ewil da dozê piştî 8’emîn salvegera komkujiyê bi 2 rojan pêk bê.
Di 28’ê Kanûna 2011’an de li gundê Roboskî yê Qilebana Şirnexê balafirên şer 34 ciwanan qetilkiribû. Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê, bi hinceta pankartên di 4’emîn salvegera komkujiyê de hatibûn vekirin lêpirsîn dabû destpêkirin. Wê di çarçoveya lêpirsînê de îfadeya Ayaz Encu, Aysel Encu, Berivan Encu, Cahide Encu, Cihan Encu, Fadile Tosun, Hanim Encu, Heybet Encu, Muhsin Aykut, Selcan Encu, Semire Encu, Sevcan Encu, Sozdar Encu û Tufan Saydam û Meral Geylani û Yannis Vasilis Yaylali ku destek dan malbatan hat girtin. Dozgeriyê piştî îfadeyan bi tawanbariya “endamtiya rêxistinê” îdianame amade kir û Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê îdianame qebûl kir. Wê danişîna ewil a dozê piştî 8’emîn salvegera komkujiyê bi 2 rojan pêk bê.