STENBOL – Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Yûnûs Alûn, di 30’yê Îlonê de li Bakirkoyê gava notivanan nasname kontrol dikir hat binçavkirin. Altûn, diyar kir ku ji ber îxbareke bêbinî hatiye binçavkirin û got, polîsan ew derb kiriye.
Altûn, anî ziman ku gava ji bo hevalên xwe bibîne çûye Bakirkoyê, notirvanan ew daye sekinandin û got: “Notirvanan li nasnameya min nerîn. Paşê min ji welatiyên din veqetandin û ji min re gotin bisekine. Paşê hin polîs bi wesayîteke sivîl hatin. Ên di wesayîta sivîl bi navê min gazî min irin. Gotin, derbarê te de giliyek heye û divê tu îfadeyê bidî. Paşê ji bo raporê min birin nexweşxaneyê. Piştî raporê min birin baxçeyê nexweşxaneyê. Li baxçe du polîsên din ji polîsên min binçavkirin re gotin mesele çi ye. Polîsên min binçavkirin gotin ‘mirovan tev li nav rêxistinê dike.’ Paşê heqaret li min kirin û ez li wesayîtê siwar kirim. Gava li wesayîtê siwar bûm polîsekî bi pehîn û kulman êrîşî min kir. Min got, ez dixwazim careke din raporê bigirim, lê nehiştin.”
‘MIN EW GILÎ KIRIN’
Altûn, bilêv kir ku paşê wî birine Emniyeta Bakirkoyê û got, bi îxbareke bêbinî li malpera Wezareta Karên Navxweyî îxbara min kirine. Altûn, destnîşan kir ku bi vî awayî tê xwestin xebatên HDP’ê bên îllegalîzekirin û got: “Gotine di bin banê HDP’ê de xebatên îllegal dike û mirovan tev li nav rêxistinê dike. Lê belê ne navê kesê gilî kiriye diyar e û ne jî nasnameya wî.”
Altûn, destnîşan kir ku ji ber kurd in êrîşî wan dikin û got: “Min giliyê polîsan kir. Her wiha min xwest kesê îxbara min kiriye jî bê dîtin û min giliyê wî jî kir. Çimkî li holê delîleke berbiçav tune ye.”
‘WÊ EV ÊRÎŞ NIKARIBIN CIWANAN BITEPISÎNIN’
Altûn, destnîşan kir ku di ser dayikên li ber avahiya HDP’a Amedê rûniştine bi ser ciwanên HDP’î de diçin. Altûn, bilêv kir ku xebatên Meclîsa ciwanan hemû di çarçoveyeke siyaseta demokratîk de tên kirin û got: “Ji siayseta ciwanan ditirsin. Çimkî naxwazin ciwana serî rakin, bifikirin. Wê xebatên me bidomin. Wê ev êrîş nikaribin me bitepisînin.”