STENBOL – Parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ku herî dawî di 7’ê Tebaxê de pê re hevdîtin pêk anîbûn, ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtin pêk bînin, cara 14’an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzerên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tipa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê girtiye, Mazlûm Dînç, Newroz Ûysal, Cengîz Yureklî û Faîk Ozgur Erol ji bo ku bi muwekîlê xwe re hevdîtin pêk bînin, cara 14’an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Ocalan, piştî 8 salan di 2’ê Gulanê, 22’ê Gulanê, 12’ê Hezîranê, 18’ê Hezîranê û 7’ê Tebaxê de bi parêzerên xwe Rezan Sarica û Newroz Ûysal re hevdîtin pêk anîbû.
Ji 7’ê Tebaxê ve destûr nayê dayîn ku parêzerên Ocalan pê re hevdîtin pêk bînin.