STENBOL – Kovara kurdî “Zrîng” ku pevxistin, vegotin û rengê xwe yê dîtbarî afirand û bi xêzê çîrokan vebêje, dest bi weşana xwe kir. Kovara ku edîtoriya wê Karîkaturîst Dogan Guzel dike, ji 32 rûpelan pêk tê û ji mehê carekê bê weşandin, dê hejmara wê ya yekemîn sibê dertê û xwe digihîne xwînêrin xwe.
BAJARÊN KOVAR LI WAN BÊ BELAVKIRIN
Kovara ku sibê derkeve dê li Fûara Pirtûkan a Amedê ji standin weşanxane, komel û weqfên mîna Aryen, Pirtûka Kurdî, Ar, Ava, MED-DER û Weqfa Mezopotamyayê bê peydakirin.
Her wiha dê li bajarên mîna Amed, Wan, Êlih, Mêrdîn, Agirî, Dersim, Çewlik, Şirnex, Riha, Stenbol, Îzmîr, Enqere, Edene û Mersînê bê belavkirin.