“Piştî mudaxaleya leşkerî ya 28 sibatê ya 1997’an a li dijî hikûmeta REFAH’ê di bin pêşengiya Tayyîp Erdogan, Abdulah Gul û Bulent Arinç de komekî li dijî desthilatdariya yek kesî ya Erbakan serî hildan û “cîhat” îlan kirin. Digotin; “Ev kes piştî ku dibin serokê partiyan nizanin careke din meqamên xwe biterikîn û cihê xwe bidin yên nû.”
Erdogan û hevalên xwe qaşo li dijî desthilatdariya yek kesî bi îdiaya pêkanîna azadî, aştî, edalet û wekheviyê ji partiya xwe FAZÎLET’ê ya berdewam REFAH’ê veqetiyan û ji bo avakirina partiyeke nû dest bi xebatan kirin. Di pêvajoya avakirina partiya xwe ya nû de Erdogan rexneyên tund li rêber û seydayê xwe Erbakan dikirin. Seydayê xwe Erbakan wekî kesekî zordest (despot) pênase dikir û digot, “Ev kar di bin pêşengiya Erbakan de nameşe. Nizanin paşve vekişin û herin mala xwe rûnên. Van rêberên kevn bi saltanata xwe pêşî li pêşketina Tirkiyeyê digrin, heke herin di mala xwe de rûnên dê wekî entîqayan rûmeta wan zêdetir be, ji bo serokatiya partiyan pêdivî bi şîroveyên nû heye. Di diyarkirina siyasetê de û di biryar dayînê de di şûna hegomonyaya yek kesî de hewceye aqileke kolektîf hebe û ew aqilê kolektîf her tim serwer be”
Erdogan û hevalên xwe di sala 2001’î de partiya xwe ya nû AKP ava kirin. Di destpêka avakirina AKP’ê de Erdogan û hevalên xwe digotin, “Me kirasê Mîlî Goruş’ê ji xwe kiriye (yanî hişmendiya Refah’ê terikandiye), ji bo me azadî, wekhevî û edalet esas e”. Xwe wekî misilmanên demokrat pênase dikirin. Ev nêrîna xwe bi nêzikahiya xwe ya li hemberî welatên Rojava û Yekitiya Ewropayê ya erênî tacîdar dikirin. Erbakan li dijî Yekitiya Ewropayê bû, li dijî nirx û pîvanên dewletên rojava yê bû. Erdogan û hevalên xwe bi esas girtina nirx û pîvanên rojava û bi îdiaya dê Tirkiyeyê tevlê Yektitiya Ewropayê bikin dest bi kar kirin. Bi vî awayî hewl didan cudahiya xwe ya ji Erbakan nîşanê raya gîştiya Tirkiyeyê û dewletên Ewropayê bidin, û bi ser jî ketin.
Piştî ku di sala 2002’yan de bûn desthilatdar reformên ku hikûmeta Bulent Ecevît der barê Yekitiya Ewropyê de dabûn destpêkirin berdewam kirin. Wekî ku dixwazin tevilê Yekitiya Ewropyê bibin nirx û pîvanên Ewopayê derxistin pêş. Armanca wan ew bû bi piştgiriya Ewropayê xwe ji zext û zordariyên mudaxaleya 28’ê Sibatê rizgar bikin. Di heman demî de ji bo partiya wan neyê girtin ji hêla hiqûqî ve jî bergirên pêwîst digirtin.
Her ku di pergala dewletê bi cih dibûn û desthilatdariya xwe qayim dikirin ewqasî ji nirx û pîvanên ku di destpêka avakirina partiya xwe de qal dikirin dûr diketin. Roj bi roj bi awayekî bêperwa û bêpîvan ji nirx û pîvanên demokrasiyê, aştiyê, azadiyê, wekheviyê û edaletê dûr diketin û gav bi gav desthilatdariya Erdogan a yek kesî ya otorîter û faşîst ava kirin.
Di pêvajoya desthilatdariya xwe ya 17 salan de di her warî de civak bi rizûbîneke mezin re rûbirû hiştin. Lê nedihiştin bîhna rizîbûna wan here tu kesî û tu kes qala rizîbûna wan bike. Piştî hezîmeta 23’yê hezîranê ya ku bi destê kurd pêk hat êdî nekarîn wî bîhna genî zeft bikin. Piştî ku dîtin geştiya AKP’ê noqî avê dibe AKP’yî jî di nav de êdî her kes dibêje, pergala dewletê rûxiyaye, aştî, aramî, azadî, demokrasî, edalet, hiqûq, exlaq, wekhevî jibînîve tune bûne, aborî têk çûye û jiyan li civakê bûye dojeh.
Erdoganê ku di sala 2001’an de qaşo li dijî saltanata Erbakan a li ser partiya FAZÎLET’ê serî hilda bû piştî 18 salan bi salatanata xwe ya li ser Tirkiyeyê bûye pirsgirêka herî mezin.
Hezîmeta 23’yê hezîranê di nava AKP’ê de rê li serhildana dijî saltanata Erdogan vekir. Di bin pêşengiya Ahmet Davûtoglu û Alî Babacan de du eniyên muxalîfan bi heman îdiayên ku 18 sal berê Erdogan li dijî seydayê xwe Erbakan serî rakiribû li dijî Erdogan serî rakirin û ji bo partiyên nû dest bi xebatan kirin.
Wekî ku îşkenceya çînê li Erdogan bikin, wezîr û kizîrên AKP’ê yên berê jî di nav de, her roj yek bi yek, qefle bi qefle giregirên AKP’ê ji endamtiya AKP’ê îstifa dikin. Bi qasê ku di çapemeniyê de cih digre hejmara îstifayan a ji AKP’ê ji 850 hezarî bihuriye.
Ya girîng yên ku ji AKP’ê îstifa dikin ew jî dibêjin em li dijî saltanat û desthilatdariya yek kesî, li dijî bêhiqûqiyan, li dijî bêedaletiyan, li dijî zilm û zordariyan, li dijî cotstandartiyan, li dijî nelirêtiyan, li dijî bêpîvaniyan, li dijî bêexlaqiyan ser hildidin. Û dibêjin êdî bi Erdogan re nabe.
Di 40 salên dawîn de kîjan desthilatdariyan di şerê dijî kurd de israr kiriyê bi têkçûn û tunebûnê re rû bi rû mane û çûne sergoya dîrokê. AKP jî wekî yên beriya xwe bi heman aqûbetê re rû bir û ye.”
ÇAVKANÎ: Rojnameya Ronahî – Mihemed ŞAHÎN