NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser malpera xwe ya fermî belav kir ku yekîneyên taybet ên girêdayî hêzên Ewlekariya Hundirîn 2’yê Cotmehê li dijî şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ’ê li bejahiya rojhilatê Dêrazorê çalakiyên taybet pêk anîn.
Navendê diyar kir ku piştî agahiyên taybet ku tîmên taybet bi dest xistin, çalakiya xwe pêk anîn. Her wiha destnîşan kir ku her du şaneyan amadekariyên êrîşan li djî navendên sivîl û navendên leşkerî li bejahiya rojhilatê Dêrazorê dikirin.
Navenda Ragihandinê diyar kir ku wan cihê her du şaneyan diyar kir û paşê yekîneyên taybet li dijî wan çalakî pêk anîn. Di encamê de 10 endamên her du şaneyan hatin girtin.
Her wiha bi her du şaneyan re alavên leşkerî, teqemenî, çekên kalaşnîkov, bombeyên destan, mayin, demance, alavên bêdeng, her wiha alavên bêtêl, nasnameyên sexte û pere hebûn û hemû jî hatin desteserkirin.
Navenda Ragihandinê destnîşan kir ku armanca wan şaneyan ew bû ku bi rêya êrîşên ku amadekariyan wan dikirin, aramî û ewlehiya herêmê tevlihev bikin.