NAVENDA NÛÇEYAN – Dadgeha Makeqanûna Bingehîn biryara dadgeha herêmî bi sedema “Azadiya ramanê binpê bûye” red kir û biryara berdana Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê yê berê Sirri Sureya Onder da. Piştî biryarê Onder ji girtîgehê derket.
Dadgeha Makeqanûna Bingehîn (AYM), biryara 26’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ku der barê Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sirri Sureyya Onder de ji ber axaftina Newroza 2013’an de bi îdîaya “Propaganda rêxistinê kiriye” 3 sal û 6 meh cezayê girtîgehê birîbû; bi sedema “Azadiya ramane îhlal kiriye” red kir û biryara berdana Onder da. Piştî biryarê Onder ji girtîgehê hat berdan.