XETAY – Wezareta Parastinê a faşist ya Tirkiye bi daxuyaniyekê eşkere ku leşkerekî wan ê dagirker li ser xeta sinor di taritiyê dema dewriye diavêt di encama ku traktorek pêl wî kiriye û hatiye kuştin.
Wezareta faşîst ev daxuyanî da: “Li Xetayê li ser sinorê Sûriyê li noxteyek kontrolê di 4’ê Cotmehê dema hevalbendekî me ê çekê nobet digirt û li ser rê dema wesayitek derbas dibe pêl wî dike, bi awayekî giran birîndarî radikin nexweşxaneyê, lê ruxmê hemû mudaxaleyan jiyana xwe ji dest dide.”
Eşkere ye ku Wezareta Parastinê a faşîst buyerê şaş dide nîşandan. HBDH’yê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir 3’yê Cotmehê saet li derdora 11’an li bejahiya navçeya Belenê ya Hatayê hêzên gerîla li dijî komeke leşker a bi tevger çalakiyek kirin. Di encama çalakiyê de wesayit qulibî, 2 jê çawişên pispor û 2 jê xwedî ritbe 4 leşker mirin, 5 leşker jî birîndar bûn. Vê çalakiyê medyaya yekalî a dewleta tirk ya dagirker wek qeza dabû û tenê dabû xuyakirin ku leşkerên di wesayitê birîndar bûn e. Piştî daxuyaniya HBDH’ê ew guman zêde bu ku ev leşkerê Wezareta Parastin wek encama “qezaya traktor” nîşan dide, di rastiyê de di 3’ê Cotmehê di çalakiya HBDH’ê de hatiye kuştin.
Daxuyaniya HBDH’ê derbarê çalakiya 3’ê Cotmehê ev e:
https://www.nuceciwan30.com/ku/2019/10/04/lezgin-hbdh-li-amanosan-4-lesker-hatin-kustin/