AMED – Midurê Karê Nivîsê yê Qaymeqamiya Dêrikê Şerîf Mesûtoglû ku ji ber kuştina Qaymeqamê Navçeya Dêrikê ya Mêrdînê Mûhammet Fatih Safîturk 2 caran muebeta giran û 18 sal ceza lê hatiye birîn, bi daxwaza darizandina adîlane 104 roj in, li Girtîgeha Tîpa T a Siwêregê, di greva birçîbûnê de ye. Hevjîna Mesûtoglû Saîme Ateş Mesûtoglû ku duh li girtîgehê bi hevjînê xwe re hevdîtin pêk anî û têkildarî rewşa hevjînê xwe axivî. Mesûtoglû diyar kir ku hevjînê 29 kîla winda kiriye û wiha got: “Daxwaz kir ku Dadgeha Bilind cezayê wî yê ku ji aliyê Dadgeha Edlîya Herêmê ya Dîlokê ve hatiye erêkirin, bi awayekî adîlane lêkolîn bike û biryar bide.”
BI DARIZANDINA ADÎLANE DÊ KUJERÊN RASTEQÎN DERKEVIN HOLÊ
Mesûtoglû bi bîr xist ku hevjînê wê ji 24’ê Hezîranê ve di çalakiya greva birçîbûnê de ye û ev tişt anî ziman: “Hevjînê bi daxwaza ku bi awayekî adîlane bê darizandin di greva birçîbûnê de ye. Bi darizandineke adîlane û vekolînkirina delîlên ku hatine veşartin dê kûjerên rasteqîn derkevin holê. Heta ku daxwaza hevjînê min neyê bicih bi biryare ku çalakiya xwe bidomîne. Xwest ku demildest darizandineke adîlane çêbibe.”
‘ÊŞÊN GIRAN DIKIŞÎNE’
Mesûtoglû destnîşan kir ku hevjînê wê daketiye 58 kîloyan û guhên wî dikin çingînî û ji ber vê yekê êşên gelek giran dikişîne. Mesûtoglû bang li rayedar û kesên hestiyar kir û diyar kir ku kujerê qaymeqam nehatiye dîtin û dîtina kujer karê Wezareta Dadê ye.