“Salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê nêz dibe. Di 9’ê cotmeha 1998’an de piştî ku Rêber Apo ji Şamê derket komploya navneteweyî dest pê kir û komployê 21 sal li dû xwe hişt.
Dema Rêber Apo di 9’ê cotmehê de ji Şamê rêket, saetên êvarê dîmendera televîzyona ROJ TV reş bû û ajansên navneteweyî di nûçeyên xwe de ji raya giştî ya cîhanê re ragihandin ku nayê zanîn Rêber Apo li ku derê ye. Di esasê xwe de starta komploya navneteweyî di 17’ê îlona 1998’an de li Washingtonê hat dayîn. Hêzên komploger, PDK-YNK li hev civiyan û piştî vê civînê komplo dest pê kir û piştre gav bi gav komplo xistin meriyetê. Gava ewil ya komployê jî di 9’ê cotmehê de bi terkkirina Şamê ve dest pê kir.
Di 15’ê sibata 1999’an de Rêber Apo li paytexta Kenyayê Naîrobiyê anku biryargeha CIA’yê ya Rojhilatê Afrîkayê rehîn hate girtin û ev yek jî asta komploya navneteweyî û planên wan ên wê demê radixe ber çavan. Di van 21 salên dawîn de tiştên ku hatine jiyîn encamên ku dixwazin bi dest bixin destnîşan dike.
Dema starta komploya navneteweyî hat dayîn, di heman demê de divê li hemberî komployê têkoşîneke çawa were meşandin derket holê. Rêber Apo demildest rastiya komploya navneteweyî ferq kir û ji bo komployê vala derxe ket nav hewldanan. Piştî ku Şam terk kir di nirxandinên xwe yên ROJ TV’ê de rastiya komployê ji civaka Kurdistanê re rave kir. Rêber Apo piştî ku Şam terk kir, berê xwe da Yewnanistan, Rûsya û Îtalyayê. Lêgerînên vala derxistina komployê dewam kirin. Lê ji bo Rêber Apo bi van hewldanên xwe ve encamê bi dest nexe êrîşên xwe dewam kirin. Ji ber ku dizanibûn ger hewldanên vala derxistina komployê encam bibe dê ji bo wan ne baş be. Rastiya têkoşîna Rêber Apo ev hînî wan kiribû.
Piştî ku Rêber Apo ji Enqereyê derket pêvajo bi partîbûnê encam bû. Ji Kurdistanê derketin di dîroka Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de bi xwe re pêngaveke din da avêtin û artêşbûn pêk hat. Piştî ku Rêber Apo ji Şamê derket û berê xwe da Ewropayê hêzên komploger pir tirsiyan. Dizanibûn ger Rêber Apo li Ewropayê bimîne dê Têkoşîna Azadiya Kurdistanê mezintir bibe, nedixwestin encama vê jî bifikirin û ji ber vê yekê ferman dan ku Rêber Apo tawilê Ewropayê terk bike. Ewil xwestin ji Îtalyayê derxin û piştre jî biryarên dadgehên Almanyayê der barê Rêber Apo de hatibûn wergirtibûn hatin guhertin. Piştre nehiştin balafira ku Rêber Apo tê de ye dakeve balafirgehên Ewropayê. Di encama lîstikên namerd de li Kenyayê rehîn hat girtin û radestî dewleta tirk hate kirin.
Piştre serokwezîrê Tirkiyeyê Bulent Ecevît jî li xwe mikur hat ku nizanibûn çima Rêber Apo radestî wan kirine. Ji ber ku ew jî li benda encamên cuda bûn û li benda encameke wiha nebûn. Fermandarê Hêzên Bejahî yê wê demê Atîlla Ateş li Hatayê li ser sînor bi awayekî aşkera gefên şer li rejîma Sûriyeyê xwar. Di wê axaftinê de Atîlla Ateş pir aşkera derketibû xwepêşandanê.
Di sala 1996’an de jî dewleta tirk zext li rejîma Sûriyeyê kiribû ku Rêber Apo ji Şamê derkeve lê encam bi dest nexistibûn. Zext û zordariyên dewleta tirk ên di mehên havîn û payîza 1998’an a li ser rejîma Sûriyeyê gelekî ji yên sala 1996’an dijwartir bû û rasterast gefên şer dihat xwarin. Ji ber ku rejîma Sûriyeyê ji ber van zextan di zorê de mabû, Rêber Apo neçar ma ku ji Şamê derkeve. Lê li hemberî hemû tedbîr û hewldanên valaderxistina komployê, Rêber Apo radestî dewleta tirk a kujer kirin. Lê Rêber Apo li hemberî dewleta tirk û hêzên komploger şert û mercên dîlgirtinê veguherand serdemeke nû ya têkoşîna azadî û demokrasiyê.
Rêber Apo li hemberî şert û mercên giran bi awayekî biryar têkoşîna xwe domand. Wekî dîl şandin Îmraliyê lê wî Girtîgeha Îmraliyê veguherand qada jinûve vejînê. Bi vî awayî hemû hesabên hêzên komplogeran vala derxistin. Ligel vê rastiyê jî hêzên komploger ên navneteweyî dev ji armancên xwe bernedan. Bi rengên cuda komplo domandin û xwestin bigihêjin hedefên xwe û hê jî israr dikin.
Ji ber vê yekê dixwazin pêşengên Tevgera Azadî û Demokrasiya Kurdistanê tasfiye bikin û tecrîda teqez a li ser Rêber Apo dişidînin. Em di çarçoveya van rastiyan de 21 salên komploya navneteweyî li dû xwe dihêlin. Ev jî nîşan dide ku bê ka divê em di sala 22’yemîn de komployê çawa pêşwazî bikin. PKK’ê di cotmeha 2018’an de di civîna xwe de peywir û berpirsyariya li hemberî komployê aşkera kiribû û gotibû: “Em tecrîdê bişikînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin.”
Komploya navneteweyî dikeve sala 22’yemîn û li hemberî komployê peywir û berpirsyariyên me pir aşkera û zelal in.”
ÇAVKANÎ: e-rojname – Cûmalî Dogan