NAVENDA NÛÇEYAN
Jinên ku berê xwe dane gundê Jinwar ji bo ku jiyana xwe bi rengekî azad, bi nefeseke azad jiyan bike ji ber ku her jineke ku hatiye gundê Jinwar sedemeke wê heye ew jî, ku ew jin xwe ji pirsgirêkê madî, şideta ku mêr li ser ferz dikir, neqebulkirina malbatê xilasbike, her wiha jinên Hevjînê Şehîdan jî li wir jiyandikin. Hejmara malên ku niha tijîne 13 malin heya niha, lê belê piştî avabûna gund tam xilasbibe wê hejmar zêde bibe. Derbarê jiyana jinên ku niha li gund Jinwar de jiyan dikin, hin dayikan nerînên xwe ji ajansa me re parvekirin.
Jina bi navê Sakîne Kobanê hestên xwe derbarê Gundê Jinwar de ji ajansa me re parvekirin û wiha dest bi axaftina xwe kir; “ Di destpêka ku em hatin, me digot gund ji me re zehmet tê ji ber ku me tu carî me gund nedîtibûn, lê belê piştî ku me jiyana wê dît û rastiya gund naskir me dît ku jiyana gund diha xweştire ji ber ku her tişt bi ked xwe tu çêdike û bi keda destê xwe dixwe jî û her tiştê ku bi kedê be jî wateya wê jî heye, niha ez di firinê de kardikim û pir kêfxweşim bi karê xwe. Di heman demê de ji bo parastina xwe em derdikevin nobetê jî, jiyana vê derê jiyaneke komînale di dema xwarina nîvro de em giştî bi hev re çêdikin û dixwin. Her wiha dema ku dibe êvar her roj em hemû kom dibin û diçin gel mala yekê ji gund û nîqaşandikin”.
Her wiha Jina Ereb jî ya bi navê Melke ji xelkê Dêrazor ê ye, ew jî di gundê Jinwar de jiyan dike Melka jî nêrînên xwe derbarê jiyana ku li gundê Jinwar jiyan dikin ji ajansa me re parvekir û wiha got; “ Ez hevjîna Şehîdekî me, piştî ku hevjînê min Şehîd ket, rêxistinê ez anîm gundê Jinwar, 3 zarokên min hene niha jî diçin dibistanê ew jî bi alîkariya rêxistinê. Rastî jî jiyana vê derê ji me re pir cuda tê ji ber ku her jineke ku niha li vir jiyan dike xwedî şansekî pir mezin e. Di milê aborî de jî her tiştê me heye em çi bixwazin rêxistin dide me, rêxistin pir derfet daye me ji ber ku em hemû wek jin li vir jiyaneke bi rûmet û heskirin jiyandikin. Ez niha li gund karê çandiniyê dikim rastî jî karekî pir xweş û pîroz e ji bo min, di heman demê de em her êvar ji bo parastina xwe derdikevin nobetê ev jî erka me ya serekeye.
NC / NUDA ELEFTIRYA