NAVENDA NÛÇEYAN
Hêzên Gerîlayên HPG û YJA-Star di çarçoveya Pêngavên Şoreşgerî, Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya, Pêngava Tolhildana Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever, û Pêngava Cenga Heftanînê di meha Îlonê de çalakiyên bi bandor li dijî artêşa tirk a dagirker lidar xistin.
HPG herî dawî ragihandibû ku Pêngava Cenga Heftanînê hatiye destpê kirin, û wiha gotibû: “Ji roja ku operasyona dagirker hatiye destpêkirin û heta bi afirînerî û fedaî bi çalakiyan derbên giran li dijmin hatiye xistin û pêşveçûna dijmin hatiye sekinandin. Di vê pêvajoya çalakiyan de bi baweriya Apoyî, fedaîtî û biryardarî serkeftina gerîlayê serdemê derketiye holê û hatiye tespîtkirin ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê dikarin hemû astengiyan derbas bikin. Li ser vî esasî bi pêvajoya pêngavê re hêzên me çalakiyan Pêngava Cenga Heftanînê dane destpêkirin.”
OPERASYONÊN DAGIRKERIYÊ YÊN ARTÊŞA TIRK DIBE BINKETINA WAN
Dewleta tirk a dagirker ku li hemberî Gerîlayên Azadiya Kurdistan operasyon li ser operasyonan dide destpê kirin, lê her carê jî derbên giran dixwin û şunde vedikşin wendahiyên mezin di meha Îlonê de dane.
Bi operasyonên ku navê wan ‘Pençe 1, 2, 3, 4…’ û ‘Kıran 1,2…’ dewleta tirk a dagirker lixwe mûkir hat ku artêşa wan a dagirker li beramberî hêzên Gerîla nikarin tu pêşveçunan bidest bixin. Operasyonê ku tenê bi rêbazê şerê taybet û pîskolojîk tê meşandin hemû heta niha bêencam hatine bidawî kirin.
HPG derbarê van operasyonan ev agahî dabû: “Dewleta TC a dagirker ku di çarçoveya konsepta şerê pîskolojîk de ragihand herêmên dikevin sêgoşeya Colemêrg, Wan û Şirnexê di bin navê operasyona ‘Kiran’ de dest bi operasyonê kiribûn, niha bi navê ‘Kiran 2’ de li herêmên dikevin sêgoşeya Mêrdîn, Êlih û Şirnexê de li dijî hêzên me dest bi operasyonê kiriye. Di operasyona dagirkeriyê ya li Colemêrg, Wan û Şirnexê ku wisa dide nîşandan bi serketine û di dema ku fermandarê giştî yê jendermenyan bi daxuyaniya ‘Me çiyan ji gerîla paqij kir’ gerîla bi çalakiiyên xwe ev operasyon ‘Têkbiriye’. Gerîla bi çalakiyên xwe yên bi taktîk û rêbazên cuda yên li herêmê li dijî hêzên operayonê lidar xistin, zêdetirî 20 leşkerên dijmin hatine kuştin. Gerîlayên Kurdistanê bi van çalakiyên xwe yên lidar xistin, hewldana şovkirinê ya dewleta TC’ê ya faşîst û tevgera wê ya pîskolojîk tarûmar kiriye. Bi lêdana ji Elkê heta Cûdî, ji Cûdiyê heta Qilabanê ya derbên xurt ên gerîla hemû rastî raxistiye berçavan, hemû derewên dewleta Tirk raxistiye berçavan. Artêşa TC’ê ya li beramberî gerîla têk diçe, dixwazin bi operasyonên nû, encamên rast ên şer binixûmînin. Gerîlayên her roj derbên xurt li dijmin dixin, navê vêan tevgerên dagirkeriyê yên bejahî çi dibe bila bibe wê di asteke herî xurt de bersiv bide, wê dewleta TC’ê derbeya dîrokî bixwe.”
BÎLANÇOYA MEHA ÎLONÊ
Li gorî daxuyaniyên HPG’ê yên di meha Îlonê de hatine dayin û li gorî encamên çalakiyan ên hatin tesbîtkirin ev bîlanço derket holê:
* 84 leşkerên dagirker hatin kuştin, 20 jî birîndar bûn
* 1 fermandarê operasyona dagirkeriyê, 1 serpêl û 1 berbaz hatin kuştin
* 1 Midurê Şaxê POH yê Mêrdinê Tûfan Kansûva û 8 endamên POH’ê hatin kuştin
* 2 endamên îstîkbarta tirk MÎT’ê
* 9 Kontra hatin kuştin, 10 jî birîndar bûn
* WESAYÎTÊN LEŞKERÎ ÊN HATIN ÎMHA KIRIN: 3 wesayîtên Reo, 1 wesayîtek leşkerî, 1 tir bi alavên leşkerî, 2 dozer û 1 kepçe bi temamî hatin ruxandin
* NOXTEYÊN DIJMIN KU HATIN RUXANDIN: Gelek stargeh, kozîk û çeperên dijmin hatin ruxandin û 1 klûbeya nobetê hate ruxandin
* 1 çeka giran a A-4 hate ruxandin
* 1 helîkoptera Skorsky derb xwar