NAVENDA NÛÇEYAN
Akademiya Şehîd Garzan Efrîn yek ji gelek akademiyên Ciwanên li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Akademiya Şehîd Garzan Efrîn bi dewreya xwe ya çaremîn berdewam didome. Di dewreya çaremîn ya Akademiya şehîd Garzan Efrîn de ciwan û jinên ciwan yê ji bajarê Minbic, Kobanê, Reqa, Dêra Zor û Efrîn hatin gelhev. Di heman demê de jinên ciwan jî bi awayekî aktîf di nav de cih digrin. Jinên ciwan yên ku di akademiyê cih digrin nêrînên xwe di derbarê akademiyê de ji ajansa me re anîn ser ziman. Jinên Ciwan gotin ku akademiya şehîd Garzan di asta Bakur Rojhilatê Sûriyê de ji bo perwerdekirina ciwanan rolekî xwe yê serke dilîze, her wiha mijarên ku di nav dersan de tên dîtin û nîqaş kirin bi awayekî şêmber di nav jiyana me ya rojane de tê pêk anîn. Mijarên weke Azadiya Jin, wekheviya jin û zilam, jiyana komînal, rêhevaltî, netewa demokratîk dibin mijarên dersan.
Jina ciwan ya bi navê Mihe Mihmed li ser giringiya perwerdeyê ji ajansa me re axivî. Mihe di destpê ka axaftina xwe de wiha anî got: “Akademiya şehîd Garzan ya li ser asta Bakur Rojhilatê Sûriyê de tên meşandin. Perwerdekirina ciwanan pirr giringe, ji ber sîstema kapîtalîzm her êrîşên xwe li ser ciwanan pêk tîne, ciwanan dûrî rastiya wan dixin, ji ber ku ciwan rihê dînamîk yê civakê ye. Em di akademiyê de perwedeya îdeolojîk û sporê dibin, ji bo ku karibin xwe perwerde bikin û pêşengtî ji bo civakê bikin. Akademiyî çiqas giştî be jî dîsa em wek jinên ciwan civîn û tekmîlê xwe taybet yên xweser jî digrin. Ji ber di vê akademiyê de me rastî û cewhera jin naskir, ji ber vê em dibêjin çawa berê jin karibû civak bi rê ve bibe û pêşengtî bike wê karibe di roja me ya îro de jî civakê bi rê ve bibe. Mihe di dawiya axaftina xwe de got, di şerên ku li hember çeteyên DAIŞ’ê hat kirin jinan xwe da îspat kirin ku di hemû aliyan de ji civakî re di milê siyasî, eskerî pêşengtî kiriye.”
Jineke ciwan ya bi navê Menal ku ji bajarê Reqayê ye jî wiha perwerdê nirxandin: “Armanca me ji perwerdê ew e ku em wek jinên ciwan xwe perwerde bikin û xwe bi pêş bixin. Ji ber niha jinên ciwan dibin desthilatdarî û destdirêjiyekî pir mezin de ne, bi taybet di nava civak ereban pir zêde ye. Di perwerdeya ku em dibînin gelek nakokî tên ava kirin çi di navbera gelê kurd û ereb çi jî di mijarên jin û zilam de, lê ji mafê her kesî ye ku nêrîna xwe bîne ser ziman ji bo wan nakokiyên sîstema kapîtalîst ji serê xwe bavêje. Em wek jinên ciwandi vê perwerdeyê de sîstema modernîteya demokratîk di kesayeta xwe de bidin ava kirin.”
Jina ciwan bi navê Lara ku ji bajarê Efrînê ye rojên li Akademiya şehîd Garzan wusa anî ser ziman: “Me pir sûd ji perwerdê girt. Tiştên ku di nav jiyana sîstemê li ser jin tê gotin ku jin lewaze, karê ku zilam dike jin nikare bike ne rastin. Di vê akademiyê de me dît ku karên ku xort dike em wek jinên ciwan jî dikarin bikin, di her milî de çi ji aliyê parastinê, çi ji aliyê jiyanî de. Lara di dawiya axaftina xwe de got ‘me li vir rastî, hêz û cewhera jinê naskir.’
NC/Zerya Bagok