DÊRIK – Bi hezaran Gelê Dêrikê li dijî gefên dewleta Tirk a dagirker û komploya navdewletî a 9’ê Cotmehê li qada Azadî ya bajarê Dêrikê kom bûn û meş lidar xistin.
Hemû gelê Dêrikê ku îro dîkanê xwe venekiribûn, beşdarî çalakiya protestoyî bûn. Her wiha gelek sazî û tevger cihê xwe di nav meşê de girtin. Xwendekarên Dêrikê jî bi unîformayên xwe ê dibistanê di rêzên destpêkê yên meşê de cihê xwe girtin.
Gelê Dêrikê bi dirûşmeyên wek “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Serok APO”, “Bimre Dagirkerî”, û “Terorist Erdogan” nêrazîbûnê xwe li dijî gefên dewleta tirk a dagirker ku dixwaze herêmê bixe bin desthilatdariya xwe nîşan dan.
Meşa ku bi ruhê seferbertiyê hatibû lidar xistin û tê zarok, ciwan, dayîk û hemû civak cihê xwe di nav de girte, heta navenda bajarê berdewam kir. Li navenda bajar meş veguherî mitingê. Miting bi yek deqe rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên şoreşê hate destpê kirin û derbarê berxwedaniya gelê Rojava axaftin hatin kirin. Ji gelek sazî û tevgeran daxuyaniyên şermezarkirina gefên dagirkeriyê hatin dayin.
Çalakiya protestoyî ya li dijî gefên dagirker dîsa bi dirûşmeyên berxwedanê bidawî bû.