NAVENDA NÛÇEYAN – Tevgerên Ciwanên Başurê Kurdistanê Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ê Têkoşer li dijî êrîş û gefên dewleta tirk a dagirker li ser Rojava û Bakur Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek weşand. Tevgera Ciwan û Jinên Ciwan ya Başûrê Kurdistanê banga li hemû ciwanan kir ku axa xwe biparêzin û banga berxwedanê kirin.
Daxuyaniya hate dayin wiha ye:
“Ev demeke dewleta tirk a dagirker li ser Bakur Rojhilatê Sûriyê û Rojava gefan dixwe. Em baş dizanin ku îro li tevahî Rojhilata Navîn cihê herî bi ewleh yek jê Bakur Rojhilatê Sûriyê û Rojava ye. Li wan herêmana hemû gel bihevre nava aştiyê û aramiyê de jiyan dikin.
Dewleta dagirker a tirk ji vê rewşê nerehete, û ev demeke dixwaze vê rewşa aştiyane xerab bike. Ji bo guhertinên demografîk çeteyên girêdayî xwe tine vê herêmê û bicih dike.
Bila bê zanin ku ev êrîşên dewleta tirk a dagirker ne tenê li ser gelên li Bakur Rojhilatê Sûriyê û Rojava ye. Ev êrîş û gefana li dijî tevahî Kurdistan û Rojhilata Navîn e. Li ser vî esasî em bang li hemû Ciwanên Şoreşger dikin ku li dijî gef û êrîşên dewleta tirk a dagirker dakevin qadan, û hemû derê veguherînin qadê berxwedanê.”