ŞENGAL – Jinên ciwan ên Êzidî 9’ê cotmehê şermezar kirin û bal kişandin ku komploya dijî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan îro bi girankirina tecrîdê û êrîşên ser civakê berdewam dike. Jinên Ciwan destnîşan kirin ku Ocalan ji bo jinan deriyek azadiyê vekiriye, lewre divê xwedî li fikrên Ocalan û nasnameye xwe derkevin. Jinên ciwan banga bilindkirina têkoşînê kirin.
Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzîdî (YJCÊ) bi boneya salvegera 9’ê Cotmehê ku li dijî Rêberê Gelan Abdullah Ocalan komploya navneteweyî hat destpêkirin, daxuyaniyek da çapemeniyê.
Daxuyanî li Baxçeyê Serokatî yê li Geliyê Kersê hate dayîn. Daxuyaniya ku ji aliyê Avesta Xabur ve hat xwendin, wiha ye:
“Em weke Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzîdî (YJCÊ) roja 9’ê Cotmehê bi tûndî şermezar dikin. Ev komploya ku bi destê hêzên hegenomîk hatiye destpêkirin, ev 21 salin bi listokên cûda berdewam dike.
Bi vê komployê xwestin hebûna gelê Kurd û îradeya gelan tûne bikin. Çawa ku di dîrokê de pêşengên serhildanên Kurdan ên wekî Şex Seîd û Seîd Riza hatine qetilkirin, îro jî di şexsê Rêber Apo de dixwezin dîrokê dûbare bikin. Ji ber ku fikrên Rêber Apo ji bo dewletan metirsiyê ava dike û rastiya wan derdixe holê. Komplo îro bi destê dewleta Tirk bi girankirina tecrîdê û êrîşên li ser civakê dijwartir bûye. Rêbertî ne tenê ji bona gelê Kurd, ji bona hemû gelan têkoşîn dike.
Jin tenê hebûna xwe di fikrên Rêber Apo de dibînê û dikare xwe li vir biafrîne. Ji ber ku Serokatî ji bona azadiya jinê deriyek vekiriye. Bi taybetî tişta ku em ji fermana 2014’an xelas kirin û heya îro em li ser piyan hiştine fikrên Serokatiyê ne. Lewre divê em li fikrên Rêbertî û nasname xwe derbikevin.
Bangavaziya me ji bona hemû jinên Ciwan ên Êzîdî ewe ku li dijî komploya navdewletî serî hildin, berxwe bidin, faşîzme têk bibin û bi Rêbertîre azad bijîn.”
Daxuyanî bi dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo”, “Bimre xiyanet”, “Jin jiyan azadî” bidawî bû.