GIRÊ SPÎ – Li dijî gefên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hezaran şêniyên kantona Girê Spî ber bi sîrorê Tirkiyê ve meşiyan û li herêmên cuda li dijî gefên Tirkiyê rawestiyan.
Şênî bi dehan erebeyan ji ber Çerxerêya Alem bi rê ketin, wêneyên şehîdên ku di oxira têkbirina çeteyên DAIŞ`ê de şehîd bûbûn, hilgirtin û ber bi gundê Mişêrfa Azo yê rojhilatê bajarê Girê Spî ve çûn.
Şênî li gundê beramberî sînorê Tirkiyê zincîrên mertalên zindî çêkirin û gefên Tirkiyê şermezar kirin.
Paşê şêniyan meşa xwe heta gundê Nis Til berdewam kir û li wir jî mertalên zindî beramberî baregehên Tirkiyê yên li ser sînor çêkirin, her wiha li taxa Minbeteh a bajarê Girê Spî jî beramberî sînorê bi dewleta Tirk re mertalên zindî çêkirin.
Şêniyan 3 komên mertalên zindî li gundên Nis Til, Mişêrafa Azo û taxa Minbeteh vegirtin û heta demekê dê rojane gel beşdarî konan bibe.
Gelê Girê Spî piştî hêzên Amerîkayê ji sînorê Serêkaniyê vekişiyan û dewleta Tirk gef li herêmên Sûriyê xwar, daketin qadan.