GIRÊ SPÎ – Di çarçoveya bersivdayîna bangewaziya Komelên Ciwan ji bo seferberiyê, ciwanên Girê spî daxuyaniyek dan û amedekariya xwe bi helwesta “heya dawî berxwedan” nîşan dan. Li hemberî dagirkeriya dewleta tirk a faşîst, ev çend rojin gelên Rojava û Bakur Rojhilatê Sûriyê li ser piyane û berê wan li sinorin. Ciwanên Şoreşger jî li Girê Spî helwesta xwe ji bo her erka ku bikeve ser milên wan nîşandan.
Ciwanan li cihê kona mertalên zindî ê li ser sînorê Girê Spî daxuyaniyek dan. Malik Ereb, endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger daxuyaniya Ciwanên Girê Spî xwend û di daxuyaniyê de ev peyamê hate dayin: “Em weke Ciwanên Şoreşger ê Girê Spî amade ne ku bersiv bidin êrîşên dagirkeriyê. Bi ruhê şoreşgerî em ê tevahî gef û êrîşên ku ewlehiya gelê me dixe xeteriyê têk bibin. Tevgera me xwe bi ramanê Serok APO pêşxistiye û perwerde kiriye. Bi vî ramanî em ê hemû pilanên dagirkeran têk bibin. Em wek Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Girê Spî em ê cihê xwe di çeperên herî pêş de bigrin û gelê xwe li hemberî êrîşên dewleta tirk a dagirker biparêzin.”.
Daxuyaniya ciwanan bi dirûşmên “Bijî Serok APO”, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bimre dagirkerî, Bijî yekîtiya gelê sûrî” bi dawî bû. Piştre ciwan tevlî mertalên zindî bûn û çûn ser erka xwe yê parastinê.